Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir ku hêza Pêşmergê Bajar, hevdem digel nûbûna salê û Newroza Kurdewarî mil bi milê xelkê têkoşer ên Kurdistanê Newroz pîroz kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Daxuyaniyek ji Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve
Xelkê têkoşer ên Kurdistanê
Pêşmergên qehreman ên gel
Em Hemû aliyekê agehdar dikin ku hêza Pêşmergê bajar, hevdem digel nûbûna sal û Newroza Kurdewarî, mil bi milê xelkê têkoşer ên Kurdistanê newroz pîroz kirin û bi awayek yekgirtî û yekdeng, bi taybet li bajarên wekî “Şino, Awdanana Îlamê, Bane û Niyer” a hertim demokrat… peyama wefadarî û dirêjedan bi xebata xwe digel Rojhelatê Kurdistanê nû kirin.
Dezgeha Fermandihiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
2`ê Xakelêwe ya 1400`an a Rojî