
Dezgeha Rêkixistina Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di daxuyaniyekê de belav kir ku, îdi`aya Wezareta Îtlaata rejîma Îslamî a Îranê ya li derheq destbiserkirina girûpek 10 kesî direw e.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya Dezgeha Rêkixistina Giştî ya PDKÎ ya li derheq bi çewtekariyên vê dawiyê yên dezgeha terorê ya rejîma Îslamî de.
Hevwelatiyên hêja
Xelkê xebatkar ên Kurdistanê
Di dawiya hefteya derbasbûyî de, Wezareta Îtlaata rejîma Îslamî a Îranê li dezgeha direvçêkirên ya xwe de belav kiriye ku, karîne girûpek 10 kesî ji endamên şebekeyek terorê destbiser bikin ku, armanca wan êrîş bo ser navend û binkeyên rejîma Îranê bûye.
Ev yek bi vê wateyê ye ku, di rastiyê de çewtekarî û dosyesaziya Wezareta Îtlaata rejîma Îslamî a Îranê bûye û hinceteke bo kiryarên li dijî xelkê xwe yên ku zêdetirî 40 salane, di heyama desthilatdariya xwe de didomîn e û ev yek jî bi mebesta sepandina cezayê giran li dijî hevwelatiyên nerazî yên li dijî vê rejîmê ye. Gelek zelal e ku roj nine ciwanan nexin girtîgehan, teqe ji kasbikaran nekin, di nav bazar û kolanan de xelkê asayî rastî gef û tirsandinê neyên û neçar bi terkandina wargeha xwe nebin.
Dezgeha Rêkixistina Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, radigihîne ku ev hevwelatiyên ku bi tohmeta sexte û vala hatine destbiserkirin weke hevwelatiyên din yên hatinî destbiserkirin bi du mebestan ji bo wan dosyesazî dike. Ya yekem bi bê dadgehan dê cezayên giran li dijî wan bisepîne û ya duyem jî di vê rewşa han de ku rejîm zêdetir li her demî digel kerb û kîna xelkê Îranê bi taybet xebatkarên Kurd li Kurdistana Îranê de rû bi rûye û li siyaseta dijminsaziya derve bi tevahî tûşî şikestê bûye, xwe bihêz nîşan bide û ji xelkê nerazî yên navxwe û derve re bêje ku niha jî rewş di bin kontrola wî bixwe de ye.
Rejîma Îslamî vê yekê baş dizane ku, di Kurdistanê de ti rewabûnek tune ye û tundûtîjî, wî gelê xebatkar biçok de nayîne û gelê me bawerî bi vê yekê heye ku azadî bi bê fîdakarî û xwe gorîkirinê bi dest ve nayê. Her bi vê sedemê ye ku tevî wan hemû destbiserkirin, îşkencekirin, teror û kuştinan, rejîma Îslamî a Îranê li desthilatê de qajewajê dike, hîn jî neteweya Kurd bona bidestveanîna maf û azadiya xwe micidane têkoşîna xwe didomîne.
Sernixûn be rejîma terorîstperwer a rejîma Îslamî a Îranê
Mirin bo terorîst û dezgeha terorê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî
16`ê Tîrmeha 2022`an
25`ê Pûşpera 1401`an