
Kurdistanmedia: Dezgeha Pêwendiyên Giştî a PDKÎ, di nameyekê de pîrozbahî li “Mîr Hazim Tehsîn beg” wekî mîrê êzîdiyan kir.
Name wiha ye:
Digel silav û rêz
Bi navê Dezgeha Pêwendiyên Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, pir bi dil Pîrozbahiyê li we dikin ji bo ku bawerî bi we hatiye dayîn. Hêvîdarin ku bi wê hesta we ya bilind di pêxema xizmet bi xweşik û birayên me yê êzîdî bo ser av û axa bav û bapîrên me ve, dawî bi tawankariyên DAÎŞ û neyarên din ê gelê me bînin û serkevtî bin û roleke dîrokî pêk bînin.
Carek din pîrozbahiyê ji we dikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî