
Kurdistanmedia: Dezgeha Ragihandina PDKÎ di daxuyaniyekê de belav kir ku, xwenîşandanên xelkê Îraqê encama siyasetên fitneyê ên rejîma Îranê li vî welatê ne û xelkê deverê ji siyasetên rejîma Îranê bêzar bûne.
Daxûyaniya Ragihandinê wiha ye;
Daxuyaniyek derbarê çewtekariyên Komara Îslamî li dijî PDKÎ
Di berdewamiya çewtekariyên Komra Îslamî a Îranê de li dijî tevgera Kurdî û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja çarşemiyê 15`ê Xezelwera 1398`an, malpera “Bultan News” a girêdayî Sipaha terorîstî a Pasdaran, bi belavkirina raporteke sexte ku wê weke raporteke teybet binav dike, hewil da ji bo veşartina şikesta siyasî a rejîmê li deverê, tevgera Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bike armanca piropagendeya bê bingeh û ew dixwazin bi vî karî, pirêstîja PDKÎ bînin asta pirêstîja xwe a nizim.
Di wê raporta sexte de, ew malpera rejîmê îdiayê dike ku endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û aliyekî Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanên xelkê nerazî ê Îraqê de û di mijara êrîşa ser konsolxaneya rejîma Îranê de li Kerbelayê, roleke sereke û bi bandor hebûn. Tekezê jî dike ku destê heman kesan di şewitandin û dirandin û binpêkirina alaya Komara Îslamî û wêneyên rêber û karbidestên rejîmê de heye. Herwisa dibêje wan kesan siloganên dijî dagîrkarî û destêwerdana Îranê di karûbarên Îraqê de hildane lê li ber çavên ragihandinan îdia dikin ku ew xelkê Îraqê ne.
Em li vir tevî derewandina wê nûçeya bê bingeh, tekezê dikin ku ew asta çewtekariya rastiyan, tenê ji destên rejîma Komara Îslamî a Îranê û karbidestên wê rejîma fitnekar tê. Li cem ti kesî veşartî nîn e û rêberên rejîmê jî baş dizanin ku êrîşa ser konsolxaneya wan û şewitandin û dirandina ala û wêne û hêmayên Komara Îslamî li Îraqê û nemaze li nav bajarên şîe ên vî welatî, tenê encam û berhemên rasterast ên siyaseta kavilkariyê ên wê rejîmê ne. Di rastî de kerb û kîna gelên deverê li kolanên Lubnan, Sûriye, Kerbela, Necef û Besrê encama siyaseta kavilkariya rejîma Îranê ji bo berfirehkirina şoreşa Îslamî a Îranê li deverê ye.
Me hemûyan dît ku heyamên derbasbûyî di xwepêşandanên nerazîtiyê de li bajarên Îranê bi taybet xelkê nerazî li bajarên wek Qum û Meşhedê, wêneyên rêberê rejîmê û hêmayên wê desthelata dijî gel şewitandin. Wan herwisa bi siloganan, kîn û bêzariya xwe li hemberî dîktatorî û gendelî û fitnekariya rejîmê nîşan didan. Pirsyar ev e gelo hander û rêkxerên narizayetiyên xelkê Qum û Meşhedê jî her Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Kurdên herêma Kurdistanê bûn?
Komara Îslamî baş dizane tevî ku xelkê Kurdistanê û PDKÎ yekemîn alî bûn ku rûyê rastîn ê wê rejîmê nas kirin û bi awayekî qehremanane li hemberî rejîmê sekinîn, lê îro sedema kîna kûr û bêzariya berfireh a gelên deverê ji vê rejîmê, ezmûna hevpar a gelên deverê û ceribandina silogan û îdolojiyên rejîmê bi xwîna xortên wan û wêranbûna welatên wan e.
Komara Îslamî berê dikarî hest û soza olî a gelên deverê bi kar bîne û di bin navê ol û dilsoziya derewîn de bo gelên derdorê, ji xwe re pêgehê li hin cihan veke. Lê niha dema veciniqîna xelkê wan welatan li hemberî dagirkariya Îranê ye. Êdî xelkê Îraqê û hemû dever û cîhanê dizanin ku hebûna Komara Îslamî li dijî bextewerî û bihevrejiyan û azadiya wan e. Lewma jî divê rejîm, rastiya têkçûna pêgeha xwe di nav xelkê deverê de qebûl bike. Divê rejîm li derve û li navxwey Îranê pêdeçûnê bi siyaset û bernameyên xwe ên şaş de bike û êdî bi hêncetan, xelkê nexapîne.
Niha jî weke berê, tevgera rewa a xelkê Kurdistanê û nemaze Partiya Dermokrat a Kurdistana Îranê, hemû şêwazên xebata rewa û sersdemiyane ji bo parastina maf û kerameta xwe bi kar tîne. Pêwîstiya vê tevgerê nîn e ku bi xwepêşandana xelkê Îraqê navûdeng ji xwe re çê bike. Herwisa pêwîstiya xelkê Îraqê jî nîn e ku xelkê din tevlî xwepêşandana xwe bikin.
Di dawiyê de, em careke din li ser pirensîpên siyasî ên partiya xwe rijd in û wan gotegotên rejîmê red dikin. Ti pêwîstiyeke PDKÎ bi bûyerên van rojan ên bajarên Îraqê nîn e. Tişta ku heye, tenê lehiya kîn û bêzarbûna xelkê deverê li hemberî destêwerdana Komara Îslamî a Îranê ye. Ew xwepêşander tenê dixwazin rewşa nebaş bi dawî bînin ku bi sedema fitnekariya rejîma Îranê li welatê wan derketiye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Ragihandina Giştî
18`ê Xezelwerê 1398 a rojî