Dezgeha Rêkxistin a PDKÎ, bi boneya serketina baykotkirina hilbijartinê di Rojhilatê Kurdistanê de silavekî şoreşvane pêşkêşî xelkê Kurdistan, endam û alîgirên PDKÎ kir.
Peyam wiha ye:
Endam û alîgirên PDKÎ silavekî şoreşvane û Rasana wê carê ya we jî pêşkêş!
Em bi hewce dizanin ku spas ji ked û mandîbûna we li derheq çalakiyên banghêjî yên berdewam û xebata şoreşvane ya we lli derheq baykotkirina 11`emîn şanoya hilbijartina meclisa rêjîmê bikin û piştre ji helwesta we ya micid bi neçûn li ser sindoqên dengdanê, we nîşan da ku pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de, qonaxekî din bi serketinê derbas kir û we rûyê rast a rejîma Îranê piştî 40 salan çewtekarî û nerastiyê wek xwe nasiye.
Ew helwesta bi cih ya Navenda Hevkariyê derheqê baykotkirina hilbijartinê û piştevanîya bêsînor ya we, bû sedema kêfxweşiya xelkê Kurdistanê.
Ne nûnerên berê yên bi nav nûner karnn yekek ji hezaran pirsgirêk û malwêraniyan ji xelkê Kurdistanê çareser bikin û ne nûnerên niha yên bi nav nûner, dikarin qasekî kêm ji êş û jan û serkutên xelkê kêm bikin.
Her bi wê helwestê, we nîşan da ku rejîmek ku karê wê serkut, desteserkirin û îdam kirin û herwisa malwêran kirin e, bi tenê bersiva hêja, baykotkirina yekdengî û bersiva we ya rast bû.
Wekî rêberê me yê Şehîd, “Dr. Qasimlo” di gotinên xwe de baskiriye: “Rêya Sêyem me tinîne, yan digel xelkê, yan dijî xelkê”.
Spas û pêzanîn bo tev endam û alîgirên PDKÎ
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina giştî
3`ê Reşemeh a 1398`an