Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a Hizbê semînareke teşkikatî lidarxist

17:26 - 22 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ, bi armanca berhevdana kar û çalakiyên xwe yên di heyama yek sala derbazbûyî de û herwisa bername û karê pêşrojê û wezîfeya endamên hizbê di qonaxa niha ya xebatê de, semînareke teşkîlatî birêve bir.

Roja Şemî 30`ê Xakelêweyê, beşa Eşkere a Dezgeha Rêkxistina Giştî ya Hizbê, bi merema berhevdana kar û çalakiyên xwe yên di heyama yek sala derbazbûyî de, û herwisa bername û karê pêşeroje û erka endamên hizbê li qonaxa niha ya xebatê ,semînareke taybet, bi amadebûna desteyek li birêveberên hemû komîteyên hizbê  yên li Herêma Kurdistanê birêve bir.

Seminar bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştire Dara Natiq, cihigirê Dezgeha Rêkxistina Giştî a Hizbê, bas ji armanca pêkanîna vê semînarê û rêzbenda karê semînarê kir ku li du panêlan pêk hatibû.

Panêla yekem, axavtinek li ser rewşa niha ya hizba Demokrat û erka endamên hizbê li qonaxa niha ya xebata ku ji aliyê Hesen Şerefî, berpirsê Navenda Siyasî û cihgirê yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê hizbê hate pêşkêş kirin.

Di panêla duyem de, axavtinek derheq kar û çalakiyên sala derbazbûyî yên li beşa eşkere a Dezgeha Rêkxistin û bername û pirojeyên kar yên vê beşê di sala nû de, ku ji aliyê Tahir Mehmûdî berpirsê giştî yê Dezgeha Rêkxistina Giştî a hizbê û endamê Desteya Kargêrî û Dara Natiq cihgirê Dezgeha Rêkxistinê anîne ber bas û di vê derheqê de axavitin.

Di panela yekem de, Hesen Şerefî, bi hûrî erka endamên hizbê li qonaxa niha bo amadebûyan şirove kir.

Navbirî got: Pêş hemû tiştî endamên hizbê hewceye şarezaya bername û siyasetên hizbê û emegnasiya bi siyaset û rêbaza rêber û şehîdên hizbê, siyasetên hizbê bibine nav komên xelkê Kurdistan û bandorên balkêş yên civakê bo aliyê bername û armancên hizbê rabikêşin. Di rewşa taybet de, erka endamên hizbê girantir dibe, wate li hemû rewşekê de ku rûbirûyê metirsî û gefên topbaran û mûşekbarannên dijmin dibin, endamên hizbê dibe xweragirtir û bi gurr û bi coş li hemberî van metrisiyan de bisekinin û qamîtir di qadên xebatê de têkoşînê bikin.

Partiya Demokrat hertim di tengahiya de ciwane, di rewşa tengahiyê de endamên hizbê tevî baskirina arîşe û pirsgirêkan, can goriya lipêy xema parastina Partyia Demokrat û hereketa gelê Kurd a bi gorr û coşa xebatê têdikoşin.

me erkên yasayî û esasnameyî hene û erk û rewşên bicî û dijwar jî hebin.

Di qonaxên dijwar de, dibe bizanin ku çavan têkoşînê bikin û hereket xwe rabigirin û li qonaxa niha û asayî de, dibe bazna têkoşîna xwe berfirehtir bikin û li derfetan mifahê verbirgirin û bibin hêzeke xwedî bandor.

Rejîm niha di rewşeke dijwar de ye û xebata neteweya me û gelên azadîxwaz yên Îran û Partyia Demokrat jî, li rewşeke xirab de ye, her bi vê sedemê ye jî, hewceye berfirehtir kar û çalakiyên xwe û têkoşînê berdewam bikin, û endamên hizbê, li derfet û ev guherînkariyên ku tên pêş bi qazanca xebata neteweyî û azadîxwazî ya xwe mifahê jê verbigirin.

Rasan û stratîjiya bihevre girêdana xebata Bajar û Çiya ye, hewl û têkoşîna kadr û pêşmerge û endamên hizbê û piştevaniya komên xelkê Kurdistanê li tevgera Rasan û siyasetên rast û drust yên Partyia Demokrat, gurr û coşa nû daye, û xebata neteweya me û yekgirtîbûn û hevxebateke neteweyî di asta Rojhilata Kurdistanê de pêk aniye.

Herwisa şerefî got: Dibe em hûrtir kar bikin zêdetir li caran xwe mandî bikin, karê tu endameke hizbê nabe kar li stûyê xwe vekirin be, dibe hewl bidin da ku bandorê dabinên da ku bi têkoşîn û mandîbûna bêhempa xwe bibin bi hêzeke bandordar.

Hekî em bihêz û bandordar bin, li ser me hesab bêkirin û dikarin di guheritinên bê de, yên welatê xwe de û di arîşeyên hevpar yên siyasî de, daxwazkariyên neteweya xwe baştir cihigîr bikin û derfet di berjewendiyên daxwazkariyên rewa yên me de bin.

Siyaseta drust û gorîkirin û xwefîdakirin a endamên me û kadr û pêşmergeyên hizb û piştevaniya xelkê Rojhilata Kurdistan dikare me bike bi hêzeke xwedî bandor.

Di dawiya axavtina xwe de, amadebûyan pirs û ramanên xwe derheq rewşa niha ya hizb û Rojhilata Kurdistan û Îran bi giştî liHesen Şerefî re bas kirin û ji aliyê navbirî hatin bersiv dan.

Di panela duyem a semînarê de,  Tahir Mehmûdî, berpirsê giştî yê Dezgeha giştî a Rêkxistina hizbê û Dara Natiq cihgirê Dezgeha Giştî a Rêkxistina bas ji kar û têkoşîna li heyama yek sala derbazbûyî a Dezgeha Rêkxistinê kirin, di navxwe û dervey welat û bitaybet li Herêma Kurdistanê, tevî sipas û mandînebûnê li hewl û têkoşîna berdewam a endamên hizbê di hemû aliyan de, îşare bi ber bipêşevbirina asta çalakiyên beşa eşkere a Dezgeha Rêkxistinê di Herêma Kurdistanê kir, û hevdem kêmasî û girêfitên girêdayî vê beşê destnîşan kirin.

Piştire daxwaz ji desteya birêveberiya hemû komîteyan hate kirin, da ku bi îradeyeke bilind û fîdakarane û berxudariya endamên hizbê, li asta kar û çalakiyan berfirehtir bikin û hevkarî û piştevaniya berdewam a van li hêz û tevgera Rasan û xebata bêravestan lipê xema armancên hizbê de têkoşînê bikin.

Di dawiyê de berpirs û endamên desteya birêveberiya komîteyan, nêrîn û ramanên xwe yên pêwendîdar anîne ber bas û ji aliyê cihgirê Dezgeha Rêkxistinê bersiva pirsyarsên amadebûyan hate dan.