Dezgeha Rêkxistina giştî a PDKÎ di peyamekê de, belav kiriye ku ew dengo û basên ku li ser navê rêberatiya PDKÎ ve têne belavkirin, rast nînin.
Hemû xelkê Kurdistanê
Endam û alîgirên PDKÎ!
Di heyama wan çend rojên derbasbûyî de, ji aliyê çend kesên derfetzan ve, hindek dengoyên nerast belavbûne û armanca wan jî şik xistin li ser biryara bi cihê û serast ya Navenda Hevkarî, li ser baykotkirina şanoya hilbijartinên meclîsa rejîma Îranê ye.
Di wir de, tevî piştevanîkirina tewaw ji baykotkirina hilbijartinê, em radigehînin ku, ew dengo û basên ku li ser navê rêberatiya PDKÎ ve hatine gotin rast nînin û ti bingehek wan tine ye û bi tenê bo gerimkirina bazarên şikestxwarî ya bi nav hilbijartinê ye.
Em daxwaz dikin ku, xelkê xebatkar ên Kurdistanê, di çarçoveya biryar û siyasetên daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de ku “hilbijartin baykot kirî ye”, çeleng bin û çalakiyan bikin.
Partiya Demoktrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî
1`ê Reşeme a 1398`an