
Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ derbarê bûyera duh a Merîwanê û şehîdbûna çar jîngeparêzan daxuyaniyek ji bo xelkê Kurdistanê belav kir.
Daxuyanî wiha ye;
Daxuyaniya Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ derbarê bûyerên Merîwanê
Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!
Wek tê zanîn, roja şemiyê 3’ê Xermananê a 1397’an a Rojî (26’ê Tebaxê a 2018’an a Zayînî), çar çalakvanên jîngeparêz ên bajarê Merîwanê bi navên “Şerîf Bacwer”, “Umîd Konepoşî”, “Rehmet Hekîmîniya” û “Mihemed Pejûhî” di dema vemirandina agirê daristanên Merîwanê de jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecihî, topbarana saziya terorîstî a Spaha Pasdaran bûye sedema vê şewatê.
Herwisa heman rojê, çar kolberên xelkê vî bajarî di encama teqîna mayînan de hatin kuştin û birîndarkirin.
Ev bûyerên dilgiran, di berdewamiya civînên nerazîtiyê ên xelkê de tên ku şeva îniyê, xelk ji ber nebirina zibl û paşmayan ji aliyê şaredariyê ve, derketin qadê û nerazîtiya xwe anîn ziman.
Van bûyerên dilgiran û herwisa layiqnebûna berpirsan û saziyên dagirkar ên rejîmê, jiyan û derbasiya rojê a xelkê kirine arman û mînaka herî dawî jî qurbaniyên duh li navçeya Merîwanê ye.
Duh, xelkê xwedî helwest û pêşeng ê bajarê Merîwanê, weke erkên niştîmanî û dijkiryar li hemberî tepisandina sîstimatîk a xelkê ji aliyê rejîma dijîgel a Komara Îslamî a Îranê ve, derketin kolanan û dengê nerazîtiya xwe li hemberî vê karesatê û van bûyeran anîn ziman.
Ji bo nîşandana emegnasî û wefadarî bi şehîdên jîngeparêz ên Merîwanê û ji bo piştevaniya çalakvanên niştîmanperwer ên vê navçeyê, divê xelkê emegnas ê Rojhilatê Kurdistanê li tevahiya navçe û bajaran, dengê xwe bidin rex dengê xelkê Merîwanê û rêbaza hevxebatê xwe xurttir bikin. Ji bo vê armancê, em ji xelkê xebatkar ê Kurdistanê, civatên jîngeparêziyê, û ji tevahiya çalakvanên sivîl û niştîmanperwer ên navxwe dixwazin tevlî rêwresma binaxkirina van şehîdan bibin. Herwisa li gor derfetê û bi her awayekî ku ji dest wan tê, sersaxiyê bidin û hevxemiya xwe ji bo van ezîzan nîşan bidin.
Bêguman hevçarenivîsbûn û xweştivîbûna niştîman dibe sedem ku em weke berê, hertim hevxebat û hevrêz bin û li hemberî rejîma dagirkar a Komara Îslamî û saziyên wê, pişta xwe bi hev germ bikin û wêrekiya me jî wek polayê be.
Serkeve hevxebatî û rasana xelkê Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî
4’ê Xermananê a 1397’an a Rojî
26’ê Tebaxê a 2018’an a Zayînî