Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha rêkxistina giştî a PDKÎ li derheq binçawkirina welatiyên Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve daxûyaniye belavkir

13:50 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Di  destpêka vê daxûyaniyê de hatiye: Êrişa berfirehe çekdarên Sipaha terorîste rejîma Îranê bo ser xortên Kurdistanê di deve devê 22 yê Pûşperê, salvegera terora Pêxemberê aştiyê de, berjenga wê hemî zilm û zordarî û tepeseriya ne ye ku, nîşan ji tirs û be`ecîna komara sêdarê ye, ji helwêsta neguheriya ciwatên xelkê Kurdistanê, li hember xedr û îxanet û dagîrkariya deshilata reşe wê rejîmê.

Rejîm gelek baş dizane ku di 4 dehkên derbas bûyî de, nekariye dest bi ser îrada rizgarîxwazaneye gelê Kurd di îranê de bigre.

Her lewmaye ku rejîm bi armanca çawtirsandina xelkê de, hevarê dibe bo ber êrîş û girtin û azar dana xortên Kurdistanê.

Di pareke dinê ye daxûyaniya dezgeha rêkxistina giştî ya PDKÎ de hatiye: niha bi nêzîkbûn bi salyada şehîd bûna rêberê jêhatiye gelê me,çekdarên tepeserkare rejîmê, pêleke berfirehe girtinê di ser xortên Kurd dest pêkirineû wan çend rojên derbas bûyî dehan kes binçaw kirine û bo cihên nexuya birine.

Herwisa di pareke dinêye wê daxûyaniyê de hatiye: bila deshilatdarên nerewaye rejîmê bizanin ku, encam dana cinayetan di Kurdistanê de, nikare gelê Kurd bêxe qedeman.

Dezgeha rêkxistina giştî ya PDKÎ di dawiya daxûyaniya xwe de, daxwaz ji civatgeha cîhanî û zêrevanên mafê mirov diket ku di hember cinayetên rejîma Îranê , li derheq xelkê Kurdistanê bê deng û bê helwêst nebin, û nerizayetiyê ji xwe bidne kifşê û şermezar bikin.