Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ: Li ser torên civakî pirensîpan biparêzin

16:51 - 24 Îlon 2018

Kurdstanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ di agehdariyekê de daxwaz ji endam û alîgirên PDKÎ kir ku li ser torên civakî û “Social media” pirensîpan berçav bigrin.

Deqa agehdariyê weha ye:

Bo endamên PDKÎ

Herwekî ku pêştir jî me ragehandiye, bi hestkirina bi berpirsayetiyê û hewcehiya parastina yekrêzî û tebahiya refên teşkîlata hizbê, hewce ye û erk e li ser milên hemû endamên PDKÎ, ku li ser torên civakî û “Social media”yê nebin aliyek ji vî şerê devkî, û bêhurmetîkirina ku xelkê din bi dûr ji her cure pirensîpekê, êrîşê dikin ser alî û rewtên siyasî ên din.

PDKÎ hizbeke bipirestîj û cihê baweriyê a Rojhilata Kurdistanê ye, û her cure bêhurmetîkirin, buxtan û êrîşkirina li ser aliyên din ên siyasî, li dervey pirensîpa teşkîlatî û rêkxiraweyî tê hesibandin.

Lewra em endamên hizbê agehdar dikin bi ew qasê lêborîn ve hewla aramkirina rewşê bidin û siyaset û xetên teşkîlatî peyrew bikin, û berevajî li hember de berpirsyar in.

PDKÎ

Dezgeha Rêkxistina Giştî

02.07.1397

24.09.2018