Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ semînareke taybet pêk anî

09:45 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Roja şemiyê 11’ê Reşemê, hevdem ligel derbasbûna çil salan di ser ragihandina xebata eşkere a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re ji aliyê Dr.Qasimlo ve li bajarê Mehabadê, beşa eşkere a Rêxistina Giştî a PDKÎ di derbarê kirîza Îranê di asta navxwe, navçe û cîhanê de û stratejiya xebata netewî û rizgarîxwazî a PDKÎ û kar û têkoşîna vê partiyê de semînarek ji bo endamên vê partiyê pêk anî.

Semînar ji du panelan pêk dihat:

Di panala yekem de birêz Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di derbarê kirîza Îranê a ku ji ber siyasetên şaş û dujminkarane ên rejîma Komara Îslamî a Îranê di asta navxwe, navçe û navnetewî de axivî û behsa xebat û têkoşîna PDKÎ jî kir.

Birêz Hicrî pîrozbahiya Newrozê û sersala nû li endam û alîgirên vê partiyê kir û ji bo kar û çalakiyan jî spasiya wan kir. Got jî ku ji destpêka hatina rejîmê ve baweriya me bi vê rejîmê tine bûye ji ber ku li gor me ev rejîm nikare xwestekên xelkê dabîn bike û aşîtî, azadî û wekheviyê li civakê bicî bike. Piştî gelek salan xebatê, rûxana rejîmê nêzîk bûye û dorpêçên navnetewî li dijî rejîmê jî berfireh dibin û welatên navçeyê jî, ji siyaseta terorê a rejîmê bêzar in. Êdî hevpeymanî li dijî rejîmê pêk tê û di asta navxwe de jî, rejîm rastî kirîzeke kûr a siyasî, civakî û jîngeyî hatiye û rewatiya xwe di warên siyasî û olî de ji dest daye. Bêzariya xelkê zêde bûye û rejîm nikare kirîzan çareser bike û rûxana rejîmê jî dest pê kiriye.

Hicrî herwisa got ku divê Kurd bibin hêzeke xwedî bandor da ku bi rûxandina rejîmê jî, car din Kurd neyên piştguhxistin. Xebata me wê piştî rûxandina rêjîma Îranê jî berdewam bike û em pêşeroja xwe ji niha ve rêk dixin. PDKÎ divê bibe sîvanek ji bo tev hizrên niştîmanî û azadîxwazî û emê hemû aliyan li dora xwe kom bikin. Heqaniyet, tenê li cem partiya me nîn e û li cem aliyên din jî heye. Serdem, a hêzan e û eger me hêz hebe, wê hesab ji bo me bê kirin. Ev çil sal in rejîm, xelkê ditepisîne lê dîsa jî xelkê xebatkar, tim tev digere. Tevgera Rasanê û PDKÎ girîngiyeke taybet dane xebata sivîl ku xwedî bandortirîn hêz li Rojhilatê Kurdistanê ne. Partiya me bandora bê mînak li ser hevgirtîbûn û pêkanîna Navenda Hevkariyê û hêzên pêşketinxwaz û azadîxwaz ên Îranê hebû. Ev jî berhema bawerî û pabendbûna PDKÎ bi siyaseta hevxebatî a aliyan e.

Navbirî got divê em xwe ji bo mêtodeke nû a xebatê amade bikin. Divê bi hevgirtîbûnê, partiya xwe biparêzin. Hevgirtîbûn tê wateya parêzvanî ji siyasetên PDKÎ, berfirekirina asta xebatê di warê rêkxistina dîplomasî û ragihandinê de û herwisa xurtkirina xebata pêşmerge û tevgera Rasanê. Endam, divê niştîmanperweran li dora PDKÎ kom bikin û erka endamên vê partiyê ev e ku xwe ji berê zêdetir biwestînin. Pêşeroj, ji her demê zêdetir geş e û niha dema rakirina berhemê ye. Divê em hewl bidin da ku hewla me a çendîn dehikan heder neçe.

Pişt re beşdaran derbarê gotinên birêz Hicrî axivîn û wî jî bersiva wan da.

Di panela duyem de Tahir Mehmûdî berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ û Dara Natiq cîgirê berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî a vê partiyê behsa xebata sala derbasbûyî a Dezgeha Rêkxistina Giştî û bi taybet beşa eşkere kirin. Herwisa amaje kirin ku bi hewla endamên PDKÎ, têkoşîna me bi bandor bûye û girîngî bi dubare organîzekirin û perwerdeya endaman hatiye dayîn û ev beş, pêş ketiye lê kêmasî jî hene. Pişt re ji beşdaran hate xwestin da ku di çarçoveya kar û xebatên Dezgeha Rêkxistina Giştî de rexne û pêşniyarên xwe vebêjin û pişt re berpirs û cîgirê vê dezgehê, bersiva rexne û pêşniyaran dan.