
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ daxuyaniyek li derheq îdamkirina şehîd “Heyder Qurbanî” ji aliyê rejîma bikuj a Komara Îslamiya Îranê, belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Azadîxwazên Cîhanê!
Gelên Rizgarixwazên Îranê!
Xelkê welatperwer û xebatkarê Kurdisranê!
Bi mixabiniyê ve radigehînin ku desthilata rejîma azadîkuj a Komara Îslamiya Îranê, carek din xortekî egîd ê netewa me, ciwanekî hogirê gel û Demokrat ji himbêza dayka nîştiman revand. Hikûmeta bikujê ciwanên Kurdistanê di sibêdeha roja Yekşemî 28ê Sermawezê, bi şehîdkirina “Heyder Qurbanî”, rûpelek din a tarî li ser rûpelên tawanên xwe tomar kir.
Di 20ê Rezber a sala 1395an a Rojî de, çekdarên reîmê êrîşî li ser mala şehîd “Heyder Qurbanî” ê kurê şehîd “Elî” kiribûn û ew bi tohmeta endametî li Partiya Demoikrat a Kurdistana Îranê û beşdarî li tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê, binçav kiribûn û bo girtîgehê veguhastibûn. Di heyama 5 salên girtîgehê de tevî îşkence û azarek zêde, ji hemû mafên girtiyekî siyasî heta çavpêkevtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin. Şehîd “Heyder Qurbanî” tevî ku tohmetên sepanndî li ser xwe qebûl nekiribûn û piştevaniya berfireh ya zadixwazan û hizra giştî li wî dihate kirin, rejîm li ser sepandina tawanan rijd bû û di encam de li sibêdeha roja Yekşemî 28ê Sermawezê, di girtîgeha Sineyê de hukmê sepandî ya îdanmkirinê li ser bi rê ve bir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiyê dide malbat û kesûkarên şehîd “Heyder Qurbanî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ