Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ, hevxemiya xwe digel xelkê Newsûdê nîşan da

18:19 - 10 Hezîran 2022

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ li derheq canjidestdan û birîndarbûna çendîn welatiyan bi sedema hiloşîna avahiyeke 3 qatî li bajarê Newsûdê, hevxwemiya xwe digel malbatên qurbaniyan nîşan da.

Deqa peyamê wiha ye:

Xelkê xebatkar yê Kurdistanê!

Em agehdar bûn ku, li demjmêr 8:30 sipêdeha roja Pêncşemî 9`ê Hezîranê, bi sedema pirsgirêka gazê di avahiya 3 qatî de, mixabin hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn û herwisa xisarek zêde bi wî avahiyê kevtiye.

Ya ku bo Komara Îslamî girîng nîne, jiyan û malê xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, û mixabin pêregihîştin û xizmetguzarî di rewşek gelek xerab de ne û ew hemû bêbextî bi sedema kêrnahitîbûna berpirsên Komara Îslamiya Îranê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hevxemiya xwe li derheq canjidestdana wan welatiyan ji malbatên rêzdar û xelkê têkoşer yê Newsûdê re radigehîne û daxwaza çareserbûna lezgîn a birînên wan bîrîndaran dixwaze.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkixistina Giştî

9`ê Heziran 2022`an – 19`ê Cozerdana1401`an