
Kurdistanmedia: Di spasnameyê de, Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ rû li endam û alîgirên Hizbê, di navxwe û derveyî welat de ragehand ku, hûn daynemoya Rasana bajar in.
Deqa spasnameyê wiha ye:
Spasname û pêzanîna Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ bo endam û alîgirên hizbê di navxwe û derveyî welat.
Rojên destanrêsiyê ya piştevanîkirina cemawerî, di Kurdistana Rojhilat li derveyî welat, ji wan rojên biçirûsk in, ku hûnê xebatkar bûne hêvinê “Rasana” a civatên xelkê û serkivitin û serbilindiyeke din di piroseya xebat û têkoşînê de we tomar kir.
Di Kurdistana Rojhilat de, roja 21`ê Xermananê, ji wan rojên geş in, ku civatên xelkê Kurdistanê ji bo piştevanîkirin ji ciwanên xebatkar yên xwe, bi bahoza bêdeng, li dijî hikûmeta dagîrkarê maf û azadiyan rabûne ser piyan.
Hûnê xebatkar di Kurdistan û beşek berçav ji welatên cîhanê, bûne pêşengê vê Rasana cemawerî, û em şanaziyê bi we dikin ku di rojhilata nîştiman de, li Qesr û Serpêl û Kirmaşan, li Rewanser û Ciwanro û li Pawe a Herwaman, li Sine û Kamyaran, li Bane û Merîwan û Seqiz û Bokan heya Xanê, Şino û Nexede, û Lacan, li bajar û gundên Diza Mirgewer û Siyaweş ên Urmiyê, roleke berçav û bandordar we lîst.
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ hewl û têkoşîna we bilind dinirixîne û rêz ji mandînenasî û îrade û hêza we digre.
Hûn tevî bûna bi daynemoya Rasana Bajar, di warê gihandina deng û rengê şeqaman jî, tirîbûna vê berevaniya biçirûsk bûn, û we maska derevan li ser rûçikê kirêt û gemar ê desthilata komara Îslamî di Kurdistanê de, vêde da, û we devlimozê deshilata gemar li nav toz û xaliya nîştiman sû.
Serkevtina we, serkevtina Hizb û gel e
Biherife Komara Îslamî ya Îranê
Bijî Rasan
Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ
23`ê Xermanana 1397`an