Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina PDKÎ kombûnek bo endamên eşker yên Hizbê li Herêma Kurdistamê lidar xist

17:12 - 9 Nîsan 2022

Dezgeha Rêkxistina PDKÎ kombûnek bo berpirs û endamên komîteyên beşa rêkxistina eşkere ya Hizbê li Herêma Kurdistanê lidar xist.

Roja Înê rêkevta 19ê Xakelêwe kombûnek ji aliyê Dezgeha Rêkxistina PDKÎ bo endam û berirsên komîteyên rêkxistina eşkere yên Hizbê ve hate lidarxistin.

Li destpêka kombûnê basek siyasî ji aliyê Berpirsê Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ “Tahir Mehmûdî” ve hate pêşkeşkirin.

“Tahir Mehmûdî” di behsa xwe de helsengandinek bo rewşa niha û berê ya rejîma Îranê û ew astengiyên ku rejîma Îranê di warê cuda de digel rû bi rû ye û bûye û bêzariya xelkê ji wê rejîmê kir.

Herwisa navbirî bi amar bas ji nemana baweriya xelkê bi rejîma Îranê kir ku di niha de baweriya rejîmê tenê ji %24 di nava gelên Îranê de maye.

Di berdewamiya gotinên xwe de basa vê yekê kir ku piştî ragihandina qonaxa nû a xebat PDKÎ wate “Rasan”, baweriya xelkê bi PDKÎ çend qat bûye.

“Tahir Mehmûdî” di dawiya gotinê xwe de spasiya Dezgeha Helbijartina PDKÎ û “Selîm Zencîrî” wekî berpirsê wê Dezgehê kir ku di wê kombûnê de beşdar bibû.

Piştre “Şehram Hemîdzade” wekî Berpirsê nû yê Rêkxistina Eşkere ya PDKÎ bi amadebûyan hate nasandin.

Di beşa duyê de “Şehram Hemîdzade” bas ji kar û pirojeyên xwe bo paşerojê kir û carek din şêwaz û bingeha kar û çalakiyên komîteyan pêka ayînamê pêşkeşê amadebûyan kir.

Di beşa dawiyê de derfet bi amadebûyan re hate dan ku li ser gotinên “Tahir Mehmûdî û Şehram Hemîdzade”, nêrînên xwe bêjin û pirsan bikin; pirsiyarên amadebûyan ji aliyê “Tahir Mehmûdî û Şehram Hemîdzade” ve hatine bersivdan.

Kombûn pîştî 4 demjimêran bi dawî hat.