Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 12 demijmêran de du kolber li Serdeştê hatin kuştin û birîndarkirin

22:12 - 26 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê Serdeştê li devere sînoriyên Kurdistanê kete ber destirşjiya hêzên întizamiyên rejîma Îslamiay Îran û li encam de bi tundî hat birîndarkirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva şemî berwar 25’ê Gulan a 2013’an, kolberekî Kurd bi navê Rêbaz kurê Ezîz û xelkê gundê “Bêwirana jûrîn” bi guleyên hêzên rejîm hat birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd cihek bi navê “Kêlê” pişt gunbê Bêwiran ketiye ber destdijêjiya hêzên Întizamî ve.

Rêbaz seba bîrîneke zor bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê birine.

Her di vê pêywendiyê de berwar 25’ê Gulan a 2013’an, kolberekî Kurd bi navê Zanko kurê Qurban xelkê gundê Qelereş a bajarê Serdeştê cihek bi navê “şîlanî” kevte kemîna hêzên Întizamiyên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.

Ev kolberane tenê bi mebesta dabînkirina xercê jiyana xwe dest dane wî karê ku gelek caran canê wan kolberane jê distîne û cihê jê hûrbûna vê diyardeya kuştinê li vir de ye ku li gor benda “A” li mada 2’ya yasa qaçaxa Kalayan rejîma Îranê, eger her kalayek kêmtir ji yek miliyon tûmen buhayê wê hebe eva nakeve çarçoveya kelûpelên qaçax û cezaya wê tunye.

Kolberên Kurd ev kelûpelên ku li pişta xwe didin zor caran ji wan bilindtir û girantir e û bo veguhastinê jî tenê diraveke kêm weke heqdestî werdigirin ku bi zehmetî dike 20 hezar Tûmen.