Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 18 mehên derbasbûyî de li Îranê 12 hezar û 300 kesan bi sedema jehrîbûnê canê xwe ji dest dane

12:28 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Berpirsa Bikaranîn û Aghdarkirinê ya Berhemên Dermanî li Rêkxirava Xwarin û Derman a rejîma Îranê “Yesna Bîmenêş”ê gotiye: “Pêka amara pizîşkê yasayî, zêdetir ji 8 hezar û 400 kes li sala 1399an a Rojî û nêzî 3 hezar û 900 li niveya sala Îsal de bi çendîn şêwazan jehrî bûne û canê xwe ji dest dane”.

Wê berpirsa rejîmê gotiye: “Dermanên êminker, dije jan ên ku ji madên hişber hatine berhemanîn û yên din, li pileya 1ê heta 3ê ya jehrîbûn li cîhanê li xwe digre”.

Herwisa “Yesna Bîmenêş”ê gotiye: “bi awayê nêvincî, %40 a jehrîbûyên ku bo nexweşxaneyan hatine veguhastinê, bi sedema bikaranîna dermanan bûne”.

Herwisa wê berpisa rejîmê gotiye: “Pêka amarên sala par û niveya sala îsal, 40 heta %48 wan kesên ku jehrî bûne û bo naxweşxaneyan hatine veguhastin, hewla xwekujiyê bûye.

Beşa herî zêde ya xelkê Îranê bi sedema xirabiya rewşa aborî, siyasî û civakî ku ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve li ser xelkê hatiye sepandin, ti hêviyek bi paşeroja xwe tinînin û tûşî nexweşiya xemokiyê bûne û beşeke zêde ji wan rû bi xwekujiyê dikin.