Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 2 bûyerên hat û çûnê li devera Selasê 4 kuştî û 16 birîndar

21:33 - 17 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di encama du bûyerên hat û çûnê li devera Selasa Bawecanî 4 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, çend rojan berî niha tirombêlek ji cira “Sayîpa” ku 6 kes tê de bûn, li gundê “Kizê”a ser bi Selasa Bawecanî li cihek bi navê “Dê” seba destdana konetrola xwe kevte nav çemê “Tawexan” di encam de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Îzet Muradî û Tebiye Yûsifî (jin û mêr) û her wusa 2 biraziyê Îzet bi navên Şîrîn Muradî û Fetilla Muradî (Xuşk û Bira) ew 4 hevwelatiyên ku canê xwe ji dane.
Her di vê pêwendiyê de du kesên din jî bi tundî hatine birîdar kirin û birine nexweşxanê.
Ji aliyê din ve tirombêlek din ku ev jî her Sayîpa bû û 14 kes têde bûne ku xwastine li gundê Kizê biçine bajarê Ciwanroyê li cihekê bi navê “Serava berê a zencîr” wegeriya û di encam de hemû birîndar bûne. Rewşa laşê 3 kesan nebaşe.
14 kesê han di demekê de tûşî wê bûyerê bûn ku xwastibûn bi hinceta beşdarî merasima serxweşiya kolberekî Kurd bi navê “Bahêr Ezîzî” xelkê devera Selasa Bawecanî ku jiyana xwe ji dest dabû, biçine bajarê Ciwanro.