Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 40 salên derbasbûyî de Rojhilatê Kurdistanê di warê desthilatê de beşeke kêm ber kevtiye

17:14 - 10 Hezîran 2021

Pêka berewirdanekê ku li warê dabeşkirina desthilat li Îranê de hatiye kirin, li heyamê 40 salên derbasbûyî de, 2 parêzgehên “Îlam û Sinê” ti bi wan re nedane.

Pêka wê berewirdê, %50a desthilta siyasî li destê 5 parêzgehên navendî yên Îranê wekî “Isfehan, Kirman, Yezd, Simnan û Qom”ê de bûye.

Dabeşkirina desthilat bi wê şêwazê bûye sedema vê yekê ku hejarî û bêpariya xelkê zêdettir bibe.

Li sîstema siyasiya Îranê de, desthilat li destê “Wilayeta Feqîh” de ye û desthilatek a navendgera ye û netewên xeyrî Fars bi hemû awayekî têne serkutkirin.