Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de, amara bûyera hat û çûnê li parêzgeha Kurdistanê %23 zêde kiriye

20:21 - 1 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Xisar û ziyanên bûyerên hat û çûn li parêzgeha Kurdistanê, di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de berawurd li gel 6 mehên yekema sala derbas bûyî %23 zêde kiriye.


Li gor amara pizişkî a yasaya parêzgeha Kurdistanê, di sala 1391’an a Rojî de 304 hevwelatî seba bûyera hat û çûnê li parêzgeha Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Berpirsê îdareya polîsa parêzgeha Kurdistanê, bê evê ku amaje bi rewşa rê û banan û hevcey nojenkirina rêyan bike, cezaye neqdiya şofêran, sedema kêmbûna rêjeya bûyera hat û çûnê dizane.
Di salekê de pitir ji 800 hezar bûyera hat û çûnê li Îranê diqewime ku ewa jî ev welate biriye rêjeya mergbartirîn welatên Cîhanê di bûyerên hat çûnan de.
Bûyera hat û çûn 9’mîn sedema mirinê di Cîhanê de tê hejmar kirin, lê di Îranê de bûyera hat û çûnê 2’mîn sedema can ji dest danê ye.
Di her 19 deqan de ye kes li rêyên Îranê de dimire û di 2 deqan jî kesek tê birîndarkirin.