Raporên navenda “amara rejîma Îran”ê, dane zanîn ku, 319 keçên temen 10-14 salî hatine telaqdan û jiyana wan ya hevpar ji nav çûye.
Amara cudabûna keçên 10-14 salî di 6 mehên destpêka îsal de, 319 keç bûne û herwisa amara cudabûna keçên 15-19 salî, di 6 mehên destpêka îsal de 6 hezar keç bûne.
Navenda amara rejîma Îranê berê ragihandibû, ku di havîna sala 1399an de 9 hezar zevicîna keçên 10-14 salî hatine tomarkirin.
Zevicîn di temenê zarotiyê de bi taybet di nav keçan de, bûye mijareke balkêşandin û gengeşê.
Pêka gotîna Cihgira Serkomarê rejîma Îranê, “Me`isûme Îbtikar”, salane 30 hezar zevicîna keçên 14 salî di Îranê de hatiye tomarkirin.
Herwisa pêka amara navenda “amara rejîma Îran”ê, hejmara jinên ku ducan dibin, temenê wan jêr 15 saliyê ye, di demsala Havîna îsal li beranber demsala Bihara îsal de zêdetir bûye û gihîştiye 364 haletan.
Zevicîndina zarokan yek ji diyardeyên kirêt a civakî ye, ku zêdetir keç tûş dibin û heta niha jî di îranê de her sal bi 100an keç û bi giştî zarok dibin bi qurbaniyê wê resma seqet.