
Birêveberê Giştî yê Pizîşka dad a parêzgeha Kirmaşanê Dr. “Selîm Xanî” ragihandiye: “Di îsal de 32 kes ku xelkê bajarê Kirmaşanê bûne bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane, û piraniya wan bi sedema kevtina ji bilindahiyan we canê xwe ji dest dane.
Navbirî bas ji vê yekê kiriye ku di qurbaniyan de 31 kes mêr bûne û 1 kes ji wan jin bûye.
Herwisa “Xanî” ketin ji bilindahiyan ve yek ji sedemên sereke a bûyerên kar dazanîn û piştre berketina tiştên giran, beriqgirtin û şewitîn jî wekî sedemên din da zanîn.
Birêveberê Giştê yê Pizîşka Yasayî a parêzgeha “Kirmaşan”ê di berdewamiya gotinên xwe bas ji vê yekê kir ku di 9 mehên îsal de 473 kes bi sedema bûyerên kar di wê parêzgehê de birîndarbûne.
Herwisa di nava wê amarê de ku 473 kes di parêzgeh Kirmaşanê de bi sedema bûyerên kar birîndar bûye, ji wan 468 kes mêr û 5 kes jin bûne.