Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarên “Merîwan, Bîcar û Bokan”ê de çalakiyên jingehparêziyê hatine lidarxistin

12:18 - 8 Kanûna pêşîn 2021

Di 16ê meha Sermawezê de ji aliyê girûpa çiyagerî ya “Qendîl”a ser bi bajarê Merîwanê, çalakiya jîngehparêziyê li jêr navê “Ev niştimana bi bejna Zagrosê ve civan e” bi çandina berûyan hate lidarxistin.

Herwisa li wî bajarî, di çaklakiyek berfireh a jîngehparêziyê de girûpên çiyageriyên “Heloxan û werzişiya Jinan” bi rêçûneke dûr û dirêj, gelek toyên barûyan di bintara çiyayên derdora bajarê “Merîwan”ê de çandin.

Herwisa xwendingeha keçan a “Hekîm”li wî bajarî bi çandina toyên berûyan, çalakiya parastina jîngehê bi rê ve birin.

Ji aliyek din ve, jîngehparêzan di bintara çiyayê “Nisar”ê ser bi bajarê “Bîcar”ê, li silogana “Ew niştimana bi bejna Zagrosê ve civan e”, çalakiya jingehparêziyê lidar xistin.

Di ve derheqê de li bajarê Bokanê, 600 şitlên berûyan ji aliyê Encumena Jîngehparêziya “Sirûştî şarekem Bokan”ê û bi armanca çandina wan di çiyayan de berhem anîne.