Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bûyera terafîka Merîwanê de 2 qurbanî lê çêbûn

14:13 - 14 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li rêya Merîwanê bo sînorê Başmaxê seba lihevdana matorsîklîtêk li gel tirombêlek cirê Pirayît hemwelatiyek hat kuştin û yek din jî hat birîndarkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hevwelatiyekî Kurd bi navê “Îsmaîl Dînpejûh” temen 21 sal û xelkê gundê “Gewêle”a ser bi bajarê Merîwanê seba lihevdana matosîklîtêk li gel tirombêlek cirê Pirayît, canê xwe ji dest da.
Hemwelatiyeke nêzîkê bûyerê bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Di vê bûyerê de hevwelatiyeke din jî bi navê “Dilêr Dînpejûh” bi tundî birîndar bûye û seba giraniya birîna wî bo nexweşxana “Bû Elî”a bajarê Merîewanê veguhastin û a niha li jêr çavdêriya pizişkî de ye.
Xirabî û nasitandariya rê û banên Kurdistanê û di hinek cihan de nebûna hêmaya hayîdarkirinê li qirax rêyan û hat û çûna tirombêlên giran ên petrolê bi tabet li rêyên sînorî de, li sedemên serekiyên vê bûyerê ragihandin e.