Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bûyereke trafîkê de li rêya Mihabad-Bokanê, 5 kesan canê xwe ji dest dan

11:44 - 19 Adar 2022

Serokê Saziya Temirandina Agir û Xizmetkariyên Parastinê yê Bajarvaniya Mihabadê “Rehman Ehmedî” gotiye: “Di bûyera trafîkê li rêya Mihabad-Bokanê 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê Saziya Temirandina Agir û Xizmetkariyên Parastinê yê Bajarvaniya Mihabadê “Rehman Ehmedî” gotiye: “Demjimêr 4ê piştî nîvro li 27ê Reşemeyê, li rêya dinavdera Mihabad û Bokanê de bûyerek trafîkê qewimiye û di wê bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne ku rewşa tendirustiya wan xirab e.

Di wê derheqê de berpirsê Navenda Zaniyarî û Kontrola Trafîk yê Polîsê rejîmê Ehmed Şîranî” gotiye ku di wan 3 rojan de 107 kesan di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane.

Rêyên rejîma Îranê bi taybet rêyên parêzgehên Rojhilata Kurdistanê di rewşek xirab de ne, nebûna bûdce, xemsariya bi zanebûn, zanistînebûna çêkirina wan rêyan û berçavnegirtina yasayên çêkirina rê û herwisa çalên li rêyan, sedemên bingehîn ên bûyerên trafîkî ne.

Herwisa standardnebûna maşînên Îranê serkîtirin sedema canjidestdanan di bûyerên trafîkî de ye.