
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Bane û Mihabad”ê, bi belavkirina trakt û posterên taybet bi cêjna Newrozê, hatina Newrozê pîroz kirin.
Di gundên “ Girdebas, Girdeqît, Kûrava, Resûlava û Girdereş”ê û li rêya Qiz Qela, rêya Qulesen û Befrewanê de çalakiyên banghêjiyê hatine lidarxistin.
Herwisa li bajarê Bokanê, posterên taybet bi “Dîdara Terexê” hatine belavkirin.
Di wê çalakiyê de xortên Demokrat di nav bajarê Bokanê ew posterane li nav malan belav kirine.
Ew çalakiyane di halekê de hatine lidarxistin ku Spaha Pasdaran a terorîst rewşeke ewleh li ser deverê sepandiye û bi her şêwazek hewce be rê ji birêveçûna rêûresmên Newrozê ji aliyê xelkê ve digrin.
Di vê derheqê de, heyamek e ku li nêzbûna Newrozê, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li bajarê Şinoyê, bi belavkirina hêzên xwe li nav bajar û gundan de rewşek ewlehî afirandibûn û li ser rêya piraniya gundan, binkeyên lêkolînê danîbûn.