Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çend gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, bona piştevanîkin li PDKÎyê çalakiyên piropagendeyî hatine lidarxistin

17:38 - 12 Gulan 2022

Endam û alîgirên PDKÎ bona pêştevanêkirin ji Hêza Pêşmergên Kurdistanê, li Çiya û Bajar, di çendîn gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin e.

Xortên têkoşer ên Demokrat li bajarê Bokanê li çiyayê “Bêjîng Beser”ê li ser rêya sereke ya Bokan-Seqizê hilkeftiye, bi resimandina Alaya Kurdistanê û silogana “Serbikeve Rasan û bijî Hizba Demokrat”, çalakiyek berfireh a piropagendeyî lidar xistin.

Di bajarê Sineyê de, endam û alîgirên PDKÎ, li bilindahiyên çiyayê “Awiyer”ê Alaya Kurdistanê resimandin û bi wî awayî piştevaniya xwe ji PDKÎ re nîşan dan.

Herwisa xortên hertim amade yên Demokrat, li bajarê Mehabadê bona nûkirina peymana xwe digel şehîdên Kurdistanê, Alaya Kurdistanê bilind kirin.