Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dema pêşwazîkirin ji Ehmedînijad mamostayekî Bokanê hat kuştin

14:33 - 6 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li encama wergêrana tirombêlek ku dixwastin bo pêşwaziya Ehmedînijad biçine bajarê Urmiyê, mamaosayekî Bokanê canê xwe ji dest da.

Malpera “Jiyan” bilav kir, komek hevwelatiyên ku bi hiceta pêşwazîkirin li serkomarê rejîma Îranê dixwastin biçine Urmiyê, tûşî bûyerekî hat û çunê dibin û li encam de kesek tê kuştin hejmarek welatiyên din hatin birîndar kirin.

Ew bûyere ji yek kîlomêtriya binkeya polîsiya hat û çuna Urmiye û Mihabadê, nîzîkê gundê Cebal Kendî qewimiye.

Sibêdeya roja yekşemî 5’ê Gulan a 2013’an, serdana serkomarê rejîma Îslamiya Îranê bo parêzgeha Urmiyê dest pêkir û di vê pêywendiyê de nawendên pêywendîdar bi rejîma Îslamiya Îranê bi hevwelatiyan û karmend û teksîranan gotiye ku dibe hûn bên û pêşwazî ji Ehmedînijad bikin.

Her di vê pêywendiyê de sendîkaya teksîranî û nawendên çavedêrî li ser teksiyên bajarê Mihabad û derdurê wî, hejmarek tirakên pêywendî bi serdana Ehmedînijad bi zorî bi şofêrên teksiyan dane û bi wan ragehandine ku dibe li ser şîşên tiromêla xwe bidin.

Sendîkaya teksîranan bi xwediyên teksiyên Mihabadê ragehandiye, eger bêt û li gel vê biryarê serpêçî bikin li gel cezayê ruderu dibin.

Ji aliyek din ve çend roj berî niha îdareya hîn kirin û perwerde a Urmiyê li ser biryara parêzgeha bajarê Urmiyê bi hemû qutabxanan ragehandibû, ku dibe li roja hatina serkomarê rejîm de bi hiceta pêşwazî kirin amade bin û li her qutabxaneyekî dibe çend kes bo vê pêşwazî kirinê li cihên diyarkirî bin.