Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dema serkomariya “Reîsî” de dezgeha Dad a Îranê dosyeyên siyasî ewlehîtir kirine

11:45 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Di dema danîneserkar a“Îbrahîm Reîsî” de digel dosyeyên girtiyên siyasî bi awayekê ewlehîtir û nemirovanetir reftar tê kirin.

Çar meh bi ser destbikarbûna dewleta “Îbrahîm Reîsî” re derbas dibe, dezgeha Dad a rejîma Îranê bi Serokatiye “Mohsên Êjeyî” ku bi kesek binpêkarê mafê mirovî hatiye naskirin, di heyama wan 4 mehan de bi awayekê dirindanetir û ewlehîtir digel dosiyeyên girtiyên siyasî, eqîdetî, çalakên Medenî û jîngehî û…hwd,reftar dike.

Rejîma Îranê bi anîneserkar a kesên wekî “Îbrahîm Reîsî” ku berê Serokê dezgeha Dad a Rejîma Îranê bûye û di heyama berpirsayetiya xwe de cinayetên hovane kirine û çendîn caran ji aliyê dadgehên navnetewî ve biriyar li ser wî hatine dan; Herwisa “Mohsên Eêjeyî” ku yek ji kesên girêdayiyê Rêberê Rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ye û bi biriyara wî hatiye ser kar, di kiriyarên hovane de li dijî xelkê Îranê rol hebûye.

Pêka raporên Saziyên Mafê Mirovî “Mohsên Êjeyî” ji sala 2014an heta 2017an di îdamkirina hezar û 100 kesan de rola rasterast hebûye, herwisa “Îbrahîm Reîsî” jî di çendîn cinayetên wekî îdama kirinên bikom yên girtiyên siyasî û kuştina wan de rol hebûye.