Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di demekê de ku rejîm Firokan dişîne bo temirandina agirê Turkiyê Li Îranê de xelk bi destê betal diçin bo temirandina agir

13:20 - 4 Tebax 2021

Bi sedêma agirpêkevtinê, daristanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dişevitin û xelk bi destê betal cehda temirandina agir didin, ku di nava agirê çiya yê Hayqirê 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Roja 3ê Tîrmeha 2021 an ku çend roj bi ser agirpêkevtina daristanên çiya yê Hayqir li Fîrozabada parêzgeha Fars re derbas dibe, û heya niha rejîmê tu cehdek nekiriye bo kontirola wî agirî, xelkê dewrûber û çalakên jîngeparêz di wê nawçê de, bi destê betal û bê îmkanat, ku cehda temirandin û kontirola agir de bûn, bi hegera bihêziya agirî 3 kes di nava agir de şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Ew çend roje ku pareke zaf ji daristanên Hayqirê li parêzgeha Fars agir girtiye, her wisa daristanên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam di nava peşqelê agir de dibne rejû û rejîma Îranê tu cehdek nekiriye bo temirandina agiran, xelkê xwebexş û xemxwarên jîngehê bi bê îmkanat diçin û canê xwe dêxne ber tirsê û cehdê dikin ku agiran bitemirînin, heya niha mixabin dehan kesan canê xwe ji dest dane, bi taybetî li Kurdistanê heya niha çendîn jîngeparêzên Kurd di nava agir de canê xwe gorî kirine.

Ewa jî di demekê de ye ku daristanên rojavaya Turkiyê ev çend roje agir pêkevtiye, ku rejîma Îranê bi hinartina çendîn firokan hewara Turkiyê de çoye.