Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di destpêka serheldana Sûriyê haya niha nîzîk bi 15 hezar zarok hatine kuştin

15:28 - 13 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Nawenda sivîl û parêzerên mafê zarokan ragehand, di destpêka şer navber rejîma Sûriyê û muxalîfan haya niha 10 heya 15 hezar zarok hatine kuştin.

Li gor nûçeya malpera Radiyo Zemane, “Fîlip Walintî” birêveberê Nawenda sivîl û parêzerên mafê zarokan, ku yek ji me’mûrên ku teze li Ordonê hatiye got: “Niviya kuştî di destpêka serheldana Sûriyê ku nîzîkê 70 hezar kese, xelkên sivîl bûne.

Herweha Fîlip Walintî di nav axaftina xwe de got: Di nav wan kuştiyên sivîl ku di nav şerê hêzên rejîma Beşar Esed û Muxalîfan hatine kuştin, 30 heya 40 dersedî wê zarok bûne.

Birêveberê encumena sivîl û parêzerên mafê zarokan pêywendî bi zarokên penaber ku di Ordonê dimînin got: Li Ordonê nîzîkê 400 hezar penaber heye ku di nav wan de nîzîkê 65 zarok jêr çavedêriya detmanî dene ku pitir ji %60 wan birîndarê şer bûne.

Li nûtirîn amarên ku hatine bilav kirin, meha Adarê, zortirîn qornaniyên wî zarok bûne ku 289 zarok di vê mehê de hatine kuştin.