
Di demekê de ku çend rojek mane bo cejna Newrozê û sersala nû, bi hegera rewşa xirab a aborî, êdî xelkê Îranê wekî salên berê nikarin hewcehî û cilûberg û xwarinên cejnê bikirin û dabîn bikin.
Roja 9`ê Adarê Endamê Birêveberiya Yekîtiya Berhemanîn û Firotina Cilûbergan tevî îşarekirin bi kesadiya bazarê ragihand: Dema ku em dibînin rewşa aboriya xelkê evqas xirab e ku nikarin xwarina rojaneya xwe dabîn bikin, nabe em çevnihêr bin ku xelk bikare cilûbergan bikire.
Bi berevajî salên derbasbûyî, îsal li nêzîkbûna Newrozê, xelk cilûbergan nakirin û bêbazariyek kevtiye di nav dukanên cilûbergan de.
Di heyama wan yek û du salên wê dawiyê de, bi sedema rewşa xirab a aborî, wek bêkarî, bêdahatî û bilindbûna nirxan ku bi ser xelkê Îranê de hatiye, qasê kirîna xelkê evqas kêm bûye ku bandor danaye ser berhemanînan jî.
Hemû ev rewşa xirab a aboriya xelkê Îranê vedigere bo ser siyaset û kiryarên şaş û bi zanebûn ên rejîmê, da ku bikare bi birsîkirin û mihtackirina xelkê, wan bêxe qedeman ku nekarin bilî fikirkirin ji bo peydakirina pariyek nanê, fikra çi tiştekî din bikin.