Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di deve devê salvegera terokirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” de çalakiyên teblîxî hatine lidarxistin

17:29 - 11 Îlon 2021

Endam û alîgirên PDKÎyê  di deve devê 26ê Xermananê, salvegera terorkirina rêberê bi şan û jêhatiyê Kurd, Dr. “Sadiq Şerefkendî” de li bajarê Şinoyê çalakiyên banghêjî lidarxistin.

Têkoşerên demokrat di gundên “Şawanê û Girkaşan”ê bi nivîsandina siloganan, soza xwe digel Dr. “Sadiq Şerefkendî” û herwisa digel nûtirîn şehîdê Kurdistanê şehîd “Osman Mistefapûr” û hemû şehîdên doza rizgariya Kurdistanê nû kirin.

Endamên PDKÎ soz dane ku heta dawiyê domderê rêzba şehîdan bin û heta serkevtinê dest ji xebatê hilnegirin.

Herwisa qehremanên Demokrat piştevaniya xwe li “Hêza Pêşmergên Kurdistanê” dubare kirin û amadeyiya xwe bo cîbecîkirina her biryarekî Hizbê dane xuya.

Hevdem di bajarê Pîranşarê de jî ciwanên Demokrat bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û nivîsandina siloganan, çalakiyên banghêjî lidar xistibûn û xwe wekî qutabiyên rêbaza “Dr. Sadiq” binav kirin.