Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dirêjahiya govaş bo ser çalakvanên çandî de, du çalakên din li Pawe hatin gazî kirin

14:39 - 25 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Du çalakên çandî yên din ên Kurd li bajarê Pewe ji aliyê Îtilata Sipaha Pasdaran ve hatin bang kirin û lêkolîn ji wan hat kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di çend rojên derbasbûyî de di dirêjahiya govaşa hêzên ewlehkar yên rejîma Îranê bo ser çalakvanan, du çalakvanên çandî yên din ên bajarê Pawe bi navên “Ehsen Reşîdî û Adil Mihemedpûr” bangê Îtilata Sipaha Pasdaran hatin kirin.

8544.jpg
Ehsen Reşîdî

Çalakên han yên ferhengî bi sedema beşdarî kirin li pênçemîn festîvana Hewraman – Mço li Herêma Kurdistanê, hatin gazî kirin û bi hûrî lêkolîn ji wan hat kirin.

Ehsen Reşîdî helbestvanê diyar û naskirî yê bajarê Pawe û Adil Mihemedpûr nivîskar û lêkolerê Kurd li Merîwanê, bi hêceta pêşkeşkirina berhemên xwe di pênçemîn festîvala Hewraman – Maço de berşdarî kiribûn.

8545.jpg
Adil Mihemedpûr

Piştre jî 8 çalakvanên çendî yên bajarê Pawe ku li pênçemîn festîvala salane ya Hewraman – Maço, ku di meha Nîsana îsal li “Zerdehal”a bexşa Biyare li Herêma Kurdistanê de birêve çû, paş zivirînê ji aliyê Îtilata Sipaha Pasdaran ve hetin bang kirin.

Çavkaniyeke hayîdar ji meselê bi peymnêrê “Kurdistanmedia” ragihand: Çalakvanên han bi mebesta pêşkeşkirina berhemên xwe û li ser gazî kirina lêjneya bilin a 5’emîn festîvala Maço, pişikdarî di vê festîvanê de kirbûn ku bi vê tometê ji aliyê Îtilata Sipaha Pasdaran ve hatin gazî kirin û bi hûrî lêkolîn ji wan hat kirin.

Navê wan çalakvananê “Hadî Sipencî, Muxtar Hidayetî, Cehangîr Mehmûd Weyîsî, Cemal Cebarî, Nêmet Rehmanî, Yasir Xalidîzad, Mihemed Reşîd Emînî û Nermîn Gîweçî” hat ragihandin.