Pêka amara Rêkxirava Pizîşkî ya Yasayî, di heyamê 2 mehên destpêkî ên sala 1400an a Rojî de, 2 hezar û 596 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dane û ji wê hejmarê 2 hezar û 89 kes mêr û 507 kes jî jin bûne.
Îdareya Giştî ya Pêwendiyên Pizîşkiya Yasayî daye zanîn ku: “Bi berewird digel sala derbasbûyî di hemen du mehan de, rêjeya canlidestdanê hezar û 980 kes bûne û rêjeya îsal bi berewird di gel sala derbasbûyî %31.1 zêde bûye.
Karbidestên rejîmê yek ji sedemên zêdebûna rêjeya canlidestdanên li trafîkê bi sedema azadkirina hatûçûyan di wan 2 mehan de dihesibînin.