Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di du parêzgehên Kirmanşan û Urmiyê de 147 kedkar seba bûyerên curbicur ên kar cane xwe ji dest dane

14:29 - 14 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Di heyamê salekê de 147 kirêkar li parêzgehên Urmiyê û Kirmanşanê seba bûyerên curbicur ên kar cane xwe ji dest dane.

Di heyamê sala 1391’a rojî de 86 kedkar li parêzgeha Urmiyê de seba nebûna îmkanata kar û nebûna kelupelên sitandard can xwe ji dest dane.

li vê pêywendiyê de Elî Îftixarî berpirsê pizişka yasayî a paêzgeha Urmiyê ragehand: Rêjeya kedkarên ku di sala 1391’a rojî cane xwe ji dest dane barawud li gel salên derbasbûyî zêda kirine.

Di sala 1390’a de rojî 29 kes ku du ji wan jin bûn seba bûyera kar cane xwe ji destd dane.

Ji aliyk din ve li parêzgeha Kirmanşanê di sala 1391’a rojî de 69 kes seba bûyerên kar cane xwe ji dest dane, ew rêjeya %90 li gel salên derbasbûyî zêdetir bûye.

Di sala 1390’a rojî de 32 kes seba bûyerên kar cane xwe ji destd dane.

Di sala 1390’a rojî de bi giştî li Îranê de 1795 kes seba bûyerê kar cane xwe ji dest dane.