Di parêzgeha Selahedîn li başûrê Îraqê, çekdarên DAÎŞê êrîş kirine ser rêûresma taziyekê ku di encam de çendîn kes hatine kuştin û bi 10an kes jî birîndar bûne.
Çekdarên DAÎŞê li bajarê “Yesrib” ê girêdayê parêzgeha “Selaheddîn”, êrîş kirine ser rêûresmeke taziyê ku di encam de 13 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûne û hêzên ewlehî di rewşa amadebaşiyê de ne, û bi lidarxistina operasiyonekê li pey bikerên wê kiryara terorîstî ketine.
Piştî 4 salan berî niha ku hêzên DAÎŞê bi giştî rastî şikestê hat, bi awayê berbelav çendîn deverên wekî “Elbû El-Cîlî” rastî êrîşên hêzên DAÎŞê hatine.
Aramî û ewlehî di wan deverên ku di bin konrtola hêzên pêşmerge de ne gelek zêdetir ji deverên din yên ku di bin kontrola hêzên Îraqê de ne.