
Bi sedema bombebarana devera sînorî ya parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê ji aliyê balafirên şerker yên Tirkiyê ve 3 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.
Mediyayên Herêma Kurdistanê belav kirine, 10 roj bû ku sê welatiyên xelkê Dêrelûkê yên bi navê Muhsîn Spêrî, Hesen Sadiq û Sefer Sînî bêserûşûn bûn.
Herwisa mediyayên Herêma Kurdistanê belav kirine ku, li Bavçeya Amêdî ya Duhokê piştî 10 roj wendabûna 3 welatiyan eşkere bû ku ew di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.
Ew sê kesên ku hatine kuştin temenê wan di navbera 55 heta 65 saliyê de bûne û her sê jî xelkê Dêrelûkê bûn.