Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama êrişa navbera hêzên Beşar Esed û mixalîfan de nîzîkê 200 kes hat kuştin

20:13 - 4 Adar 2013

Kurdistanmedia: Di êrişeke tûnd di navbera hêzên Beşar Esed û mixalifan de di bajarên cûrbicûrê Sûriyê 200 kes hatin kuştin.
Rejîma Beşar Esed ji esmanî û bejayî dest bi êrişan kiriye. Bi piştgiriya balafirên şer û hêzên leşkerî yên bejayî li deverên Betavan, Betfares û Goydag di bin êrişê de ne. Tê gotin ku di encama êrişan de mirî û birîndar jî hene.
Hêzên Artêşa Azad piştî derbasbûna çend rojan li ser  şer û pevçûnan, binkeyekî polîsan li bajarê Helebê kontrol kir û di şerê îro de zêdetirî li 80 kesan hatine kuştin û Beşar Esed jî daxwaza aşkerekirina navên 70 hezar kesên hatine kuştin dike.
piştî derbasbûna çend rojan li ser şer û pevçûnan vê sibê Artêşa Azad fêrgeha polîs ya li “Xan Esel” li bajarê helebê bi temamî kontrol kir û di encama şer û pevçûnan de herî kêm 34 serbazên artêşa Beşar Eesd hatine kuştin.
Hevdem Beşar Esed di hevpeyvînekê de digel rojnameya “Sunday Times” ragihand ku, pêwîste navên 70 hezar kesên ku tê gotin ew bi guleyên artêşê hatine kuştin bêne aşkere kirin daku ez ron bikim ku çawa hatine kuştin.
Beşar Esed de hevpeyvîna xwe de got: Ez amademe diyalogê digel opozisyonê bikim lê bi tu awayî ez amade nînim ku dev ji deshelatê berdim.

Di bersiva pirsyarekê de ku tê gotin li kampa penaberên Sûriye ya li “Urdunê” ku zarokek hatiye dîtin ku herdu dest û lingên xwe ji dest daye go, Esed got: Eger ew Sûrî be navê wî çiye.

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê (SNHR) bi daxuyaniyekê diyar kir di encama operasyonên duh ên rejîmê yên li 34 serbazên artêşa Beşar Eesd û Şamê 39, Deraa 27, Heleb 20, Hema 14, Dêrezûr 13, Hûmis 12, Reqqa 12, Lazqiye 8, Îdlîb 6, Hesek kesek û bi giştî li tevayî Sûriyê 200 kes hatine kuştin.