
Di encama teqîna Maşîna bombrêjkirî di bajarê Efrînê de, hejmara kuştî û birîndarê lêketî zêde bûye û tevî gihîştina xisar bi derdora cihê teqînê, 7 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kes jî birîndar bûne.
Pêka zaniyariyan, ew teqîn di çar rêyana “Kawe” di bajarê Efrînê de bûye û tevî xisarên canî ku 7 kes bûne, 40 kes jî birîndar bûne û bi sedema teqînê, çendîn maşîn û hejmarek bînayên derdorê xisar dîtine, heta niha ti aliyekê ew teqîne nekêşaye stuyê xwe.
Rojavayê Kurdistanê tim rastî wan teqînan û tundûtijiyên di nav şer de hatiye û şerê çendîn sale di wî aliyê kurdistanê de tevî xisarên pir giran yên canî, bandorekî nerênî li ser hundirê xelkê Rojava bi taybet zarokan daniye û trajîdiyên li ser xelkê Kurd her berdewam in.
Efrîn yek ji wan bajrarê Kurdistanê ye ku dujminên kurd derbên pir giran lêdane û trajîdiyên mirovî û cinayetên şer yên pir dijwar bi ser wî xelkî de anîne.