Roja Sêşemî 20ê Tîrmehê, Çavedêrê Mafê Mirov ê Sûriyê ragihand: “Di encama êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê de li ser binkeyên leşkerî yên hêzên Sûriyê li devera “Elsefîre” li başûrê rojhilatê bajarê “Heleb”ê, 5 milîsên çekdar ên girêdayê rejîma Îranê hatine kuştin”.
Wê navenda mafê mirov bas kiriye ku bi sedema wê êrîşa esmanî ya balafirên şer ên Îsraîlê çendîn teqînên bi hêz li bajarê “Heleb”ê qewimîne.
Herwisa çendîn binke û enbarên cebilxaneya Spaha Pasdran û milîsên girêdayê rejîma Îranê bûne armanca wê êrîşa esmanî.