Cihgirê Geşe û Berevird ê Navenda Birêveberî û Strartejîk a “AFTA” “Mêysem Meqsûdî Goderzî” gotiye: “Li êrîşek berfireh a saybirî li ser jêrxanên Îranê, êrîşkeran zêdetir ji 100 malperên navendên hikûmî û beşa taybet derz kirine.
Navbirî îtiraf kiriye ku ew êrîş ji valatiya ewlehî li yek ji nerme amêrên pir ji bikarhêner ê saziyên hikûmî yên rejîma Îranê hatiye kirin.
Herwisa “Mêysem Meqsûdî Goderzî” gotiye : “IPyên bikarhatî di vê êrîşa saybirî de yên welatê “Holend, Birîtaniya û Amerîka”yê bûne û divê hewlên yasayî di vê derheqê de bêne kirin û li paşerojê bêne birêvebirin.
Di heyama sala derbasbûyî de, êrîşên berfireh ên saybirî li ser navendên hikûmî yên Îranê ên wekî hekkirina kamêrayên çavedêrî yên girtîgeha “Êvîn”, malperên Wezareta Çand û Îrşada Îslamî û platforma belavkirinê ya deng û rengê rejîma Îslamiya Îranê hatine kirin.