Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Êrîşeke Rejîma Sûriyê de 20 Kes Hatin Kuştin û Şerên li Rojava didome

16:36 - 11 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Rêxistineke Sûrî radigihîne ku di encama êrîşên asmanî yên hikûmetê de bi kêmî 20 kes hatine kuştin.
Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûriyê roja Şemîyê ragihand ku nîvê kuştîyan li bajarokê Selma yê rojavaya Sûriyê şervanên opozisyonê bûn.
Hemdem, karbidestên Amerîka û Rûsyayê dibêjin ku wan li hev kirin ku alîkarîya destpêbûna danûstandinên aştîyê li Sûrîyê di zûtirîn dem de pêk bînin.
Pirsgirêka Sûrî yek e ji çend pirsgirêkên ku bûn cihê nakokîya di navbera herdu welatan de.

Şerên li Rojava didome

Li gora nûçegiyanên ANHA’ê agahiyên ji hereman bidest xistine, şevêdin li gundê Yûsifiyê, Qîro, Tahûnê, Girhok yê giridayê Gêrkêlegê şer derketine, ji aliyekî din li gundê Çêlekê yê giridayî Tirbesipiyê şer derketine û endamek YPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Di heman şeran de bi dehan endamên komên Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra hatine kuştin.

Ji cih şer bidest xistine, şevêdin li gundên Tirbesipiyê, Gêrkêlegê, Girê Sipî’ê, Kobanê û Efrînê şerên dijwar hebûn.

Girkêlegê

Hate ragiyandin li gundên Yûsifiyê, Qîro, benda kontrole ya Tahûnê, Girhok yê giridayê Gêrkêlegê şevêdin heta sibê dinavbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra şerên dijwar hebûn. Hate ragiyandin ku şerên herî dijwar li gundê Yusifiyê derketine, gelek kuştî û birîdar çêbûne. Lê di derbarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal bidest nehat xistin.

Tirbesipiyê

Hate ragiyandin li gundê Çêlekê yê 24 km dikeve başûrê Tirbesipiyê komên Dewleta Îslam êrîşî çeperên YPG’ê kirine şerên dijwar rûdane. Heta zanîn şer kasî sê saetan domandiye û gelek endamên komên çeteyan hatine kuştin. Li gora hinek çavkaniyan endamek YPG jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye. Eynê çavkanî ragiyand ku komên çete xwe vekişandine gundê Taya û Mazlûma.

Efrîn

Ji çavkaniyên herêmê girtine, komên çekdar duh di saatên nîvro de li gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku dikeve başûrê bajêr û li sînorê Helebê ye,êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kiribûn. Li ser êrîşê hêzên YPG’ê jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derketin. Hate ragihandin di pevçûnan de 3 êrîşkar hatbû kuştin.

Hate ragihandin ku komên çete yên ku li kelehe Semaan bicîh bûne û bi topên hawanê avêtin gundê Basûfanê û şerên li heremê hêj didome.

Girê Sipî

Hate zanîn êrişên komên çete yên Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra didomin. Hate hînbûn ku ji gundê Camis bi topên hawanan gundê Kendal bombe baran dikin.

Kobanê

Nûçegiyanê ANHA ji herema Kobanê Zormexer, Qondîne, Dugurman, Qanaya şerên demî hebûn.