Li bajarê Serdeştê, endamên PDKÎ alaya Kurdistanê bilin kirin û bi awayekî berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin û digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Herwisa li gundê “Nê” ya hertimî demokratperwer, bi hilkefta hatina newroza Kurdewarî, alaya Kurdistanê li ser dekela mixabiratê bilin kirin.
Li devera Meydanan a bajarê Mihabadê, endam û alîgirên Hizba Demokrat, çalakiyên banghêjî lidar xistin û peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin û bo careke din piştevaniya xwe li PDKÎ dûpat kirn.
Li bajarê Pîranşehrê, endam û alîgirên PDKÎ li gundê Gezgesk a heretimî demokratperwer, pîrozbahiya cejna newrozê li tev xelkê Kurdistanê kirin û çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Bi wî awayî di piraniya gund û bajarên Kurdistanê de bi hilkefta newroza 2720 a Kurdî, çalakiyên cuda ên banghêjî lidar xistin û cejna newrozê pîrozbahî kirin.