
Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat di gund û bajarên Kurdistan de, ji bo piştevanîkirin li PDKÎ, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, ji bo piştevanîkirin ji xebata rewa ya neteweya Kurd di Kurdistana Rojhilat û herwiha ji bo nûkirina soz û peyamanê digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, bi awayekî berdewam çalakiyên tebilîxî yên xwe di gund û bajarên Kurdistan de didomînin.
Xebatkarên Demokrat di gundê “Nê” a hertim demokrat ya ser bi bajarê Merîwanê alaya pîroz a Kurdistan hildan, û peymana emegdariya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistan nû kirin.
Hevdem xebatkarên Demorat di bajarê Bokanê de jî di bilindahaiyên vî bajarî de bi agir navê “PDKΔ nivîsîbûn, û bi vî rengî piştevaniya xwe ji PDKÎ re nîşan dan.
Her di vê pêwendiyê de, xebatkarên Demokrat di gindê “Peswê” a girêdayî bajarê Pîranşarê, di şûna sellaya paşîvê, sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” di bilindgoya mizgevtê de belav kirin.
Di heyamên derbazbûyî de endam û alîgirên PDKÎ, bi awayekê berdewam çalakiyên tebilîxî lidar xistine.