
Di 20ê Reşemeya 1400 a Rojî de endam û alîgirên PDKÎ bi boneya sala nû li gundê “Mîrawê” girêdayê bajarê Şino û li gundê “Bilesen”ê girêdayê najarê Baneyê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Xortên Demokrat li gundê “Mîrawê” bi siloganên wekî: “Newroz li Rasaniyan pîroz be, Rasan berdewam e û bijî Hizba Demokrat” pêşewazî ji Newroza Kurdan kirin.
Herwisa endam û alîgirên têkoşerên Demokrat li gundê Bilesen”ê bi nivîsandina siloganên wek: “Newrozê dikin bi hêmaya yekîtiya netewî, Newroz sembola Rasan û serhildanê ye, Newroz nûbûn li hemû warekê ye, di vê Newrozê de alavên agir li dijî zulim û bêdadiyê geştir dikin û agirê Newrozê dikin bi çiqa nav çavê dujmîn”, çalakî lidar xistin.