Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heftiyekê de pitir ji 50 hevwelatiyên Efxanî li ser sînorên Kurdistana Îranê hatin girtin

17:08 - 27 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Di heyamê heftiyekê de 51 hemwelatiyên Efxanî li ser sînorên Mako û Xoyî ji aliyê hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.

Li koma giştî ya vê rêjeyê 36 welatiyên Efxanî li sînorên Xoyî û 15 din jî li sînorên Mako yê hatine destbiserkirin.

Hevwelatiyên Efxanî seba karkirinê çûbûne Îranê, lê li devera sînoriyên bajaroka Mako û Xoyî, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiay îranê ve hatin girtin.

Eva di demekê de ye ku çend rojan berî niha berpirsên “Walî Fera” a Efxanistanê ragehandin ku, hejmarek hevwelatiyên Efxanî li ser sînor bûne armanca gulleyan hêzên leşkerî ên rejîma Îranê, û di encam de hejmarek hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Ebdullrehman Jewindî bi radyîya Azadiyê re ragehand: Heya niha bi awayeke rohn qasa kuştin û birîndarbûnan nediyare, lê li gor zanyariyan 9 hevwelatiyên Efxanî hatîne birîndarkirin.

Çavkaniyekê li zarê yek ji wan hevwelatiyane eşkere kir, di demekê de ku me dixwast biçîne axa Îranê ji aliyê hêzên leşkerî ên rejîma Îranê ve pêşiya ji me hat girtin û di dema ziwirandin bi axa Efxanistanê me dane ber gulleyan.