Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hevdîtina nûnerên PDKÎ de/ Ehmed Şehîd: Ez ji azar û êşa gelê Kurd tê digehim

16:39 - 29 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Ehmed Şehîd di hevdîtinekê de ligel şanekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swîdê got: Ji êş û azara gelê Kurd û hemû neteweyên Îranê tê digehim.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şendekî PDKÎ bi serperestiya “Hemîd Têymûrî” nûnerê PDKÎ li welatê Swîdê, roja Çarşemî bervara 8’ê Gulan a 2014’an, hevdîtinek tevî Ehmed Şehîd nûnerê Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarê mafê mirov li Îranê li bajarê Stokholmê lidar xist.

Di destpêka vê rûniştinê de heyeta pêwendiyên PDKÎ li ser raporta Ehmed Şehîd li ser mafê mirov, girtiyên siyasî, darvekirin û pirsa netewên Îranê û mezhebên curbicur çend tîbîniyek xistine ber bas.

Zebr û zeng û tepesekirina neteweyên Îranê û gelê Kurd di heyamê desteladariya rejîma Îslamî a Îranê de û bi xasmanî paş hatina serkarê Rûhanî, binpêkiriyên mafê mirov li varê azadiya reva û demokrasî, çarenivîsa gelên Îranê û wêdebirina wê pirsê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, ew mijare bûn ku di vê hevdîtinê de bas li ser kirin.

Zêdebûna rêjeya darvekirinê li Îranê, nebûna çalakiyên azad ên saziyên sivîl, rûkirina ciwanan û derçûyên zanîngehan bi sedema nabûna kar li karê metirsîdar a kolberî û kuştina kolberên bê difa û bê sûç, hejmarek gotarên din bûn ku di vê hevdîtinê de ketine ber bas.

Kêşeya medayîn sirker û bilav kirina madeyên tirsnak ji aliyê kirêgirtiyên Sipaha Pasdaran ve ji ber pasîv bûna ciwanan û civatê û texên curbicur yên civakê, beşek din a axavtinên endamên şanda PDKÎ di vê hevdîtinê de pêk hatibû.

Ehmed Şehîd serbarê amaje bi hinek ji wan kêmasiyane ku li ser rêya dan bo nvîsîna raportên xwe, got: Ez ji êş û azarên gelê Kurd û hemû neteweyên Îranê tê digehim û dizanim ku niha zirûfa jiyanê li Îranê çawane û gelek bi nexweşî derbas dikin.

Di daviya vê hevdîtinê de heyeta pêwendiyên PDKÎ lîstekî nû a girtiyên siyasî ên Kurd ku mehkûm bi darvekirinê ne, radestê Ehmed Şehîd kir.