Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 11 salên derbasbûyî de, 68 kolber bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest dane

12:46 - 27 Hezîran 2022

Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê raporek amarî di heyama 11 salên derbasbûyî de ji gelempera wan kolberên ku bi sedema befr û seqemê birîndar bûne yan canê xwe ji dest dane belav kiriye.

Gelempera amara Ajansa “Kurdpa”yê bi vî awayê ye:

Di heyama wan 11 salên derbasbûyî de, 68 kolberan bi sedema befr û seqemê canê xwe ji dest dane û 22 kes jî sirê bûne.

Temenê 5 kes ji wan kolberan kêmtir ji 18 saliyê bûye.

Di 16 haletan de kolberan bi awayê komî canê xwe ji dest dane. (10 komên 2 kesî, 2 komên 3 kesî, 3 komên 4 kesî û komek 5 kesî).

3 kes ji kolberên sirbirî û birîndarbûyî rastî kêm endamiyê hatine.

Di hemû haletan de, piştî windabûna kolberan di nav befr û seqemê de, xelkên wê deverê hewla peydakirina kolberan dane. Bi awayekê ku di piraniya haletan de termê kolberan piştî çend rojan hatine peydakirin û li hin ji haletan de jî piştî çend mehan dema ku befr heliyaye termê kolberan ji aliyê xelkê ve hatiye peydakirin.

Xalên sînorî yên ku bûne sedema canjidestdana kolberan wiha ne:

 

Sînorê Urmiye: 62 halet, (bajarê Urmiyê 22 halet, Pîranşar 12 halet, Serdeşt 11 halet, Xoyê 5 halet, Çaldiran 5 halet, Şino 5 halet û Selmas 2 halet)

Sînorê parêzgeha Sineyê: 5 halet (bilindahiyên Tete 2 halet, Bane 2 halet û Serşêva Seqizê 1 halet)

Li sînorê Newsûda ser bi parêzgeha Kirmaşanê: 1 halet

Navên kolberên canjidestdayî bi rêzbendiya salan:

Sala 1390`an a Rojî: 4 haletên canjidestdanê

Hîwa Nexşbendî û Rehîm Hemîdî xelkê gundê Waşemizîn ê girêdayî bajarê Serdeştê,

Îsmaîl Ehmedî û Rehîm Ehmedî 2 kolberên birayên hev, xelkê gundê Şelmaş ê girêdayî bajarê Serdeştê.

Sala 1391`an a Rojî: 2 haletên canjidestdanê

Mistefa Rîmas, kurê mela Murad û xelkê gundê Dalawan ê girêdayî bajarê Pîranşehrê

Kolberek 48 salî yê bi navê Ehmed, kurê Xizir û xelkê bajarê Pîranşehrê.

Sala 1392`an a Rojî: 11 haletên canjidestdanê

Ferheng Fetahî, temen 17 salî û Yasir Ensarînijad temen 22 salî, xelkê gundê Xaneqaha ser bi devera Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê

Perwîz Dêhqan û Ziyad Dergeyî, xelkê gundê Pîrancixa girêdayî devera Somyê

Şoreş Temaşaxane, Tahir Kûçebaxan û kolberek din.

Faxir û Şakir Şînodukan, kurê Ehmed û birayê hev, xelkê gundê Gêsiyana girêdayî bajarê Urmiyê

Adem Gerdîpûr, kurê Mistefa, xelkê gundê Şêxzerda ser bi bajarê Urmiyê

Xebat Şînozad, kurê Îsmaîl, xelkê gundê Dize yê girêdayî bajarê Urmiyê

Sala 1393`an a Rojî: 2 haletên canjidestdanê

Îbrahîm Mihemedzade, kurê Ehmed, temen 40 salî û xelkê gundê Şelîmcaran ê girêdayî bajarê Pîranşarê

Îbrahîm Payîmerd, kurê Rehman, temen 24 salî û xelkê gundê Xurînc yê girêdayî bajarê Pîranşarê

Sala 1394`an a Rojî: 2 haletên canjidestdanê

Kamran Pûrsimoyan û Mamedqûçî Kutalan, xelkê gundê Şêban yê girêdayî bajarê Urmiyê

Sala 1395`an a Rojî: 7 haletên canjidestdanê

Diyar Mihemednijad, temen 18 salî û kurê Hemize, xelkê bajarê Serdeştê

Şîrzad Ebdullahî temen 27 salî û kurê Umer, xelkê bajarê Serdeştê

Hîwa Îbrahîmniya (Hîwa Reş) temen 22 salî û kurê Ebdullah, xelkê bajarê Banê

Mihemed Hemzezade temen 22 salî û xelkê bajarê Mehabadê

Umîd Xiziryanazer temen 19 salî û xelkê bajarê Şinoyê

Rizgar Sakanîfer xelkê gundê Pêsana girêdayî bajarê Urmiyê

Karwan Reşke, kurê Ebûbekir û temen 17 salî, xelkê gundê Mîrava yê girêdayî bajarê Serdeştê

Sala 1396`an a Rojî: 10 haletên canjidestdanê

Bêhroz Îsazade, Qutibeldîn Ehmedî, Husên Seîdî û Mistefa Hafiz, xelkê gundên Gîwaran û Tirisava yên girêdayî devera “Kotol”ê

Hîwa Mistefewî 32 salî û xelkê gundê “Pûşavê” yê girêdayî bajarê “Şino”

Edrîs Bayezîdî 25 salî kurê Qadir û xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”

Xidir Tabnak, xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê

Silêman Xizirî, 37 salî û kurê “Husên” û xelkê gundê “Kanî Mamseyîde” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê

Cidîh û Sebrî xelkê gundê “Awik” yê girêdayê devera “Tirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê”

Xizir Ebdulahî 60 sal û xelkê bajarê “Pîranşar”ê

Sala 1397`an a Rojî: 11 haletên canjidestdanê

Mizefer Husênî 35 salî, kurê Elî û xelkê gundê “Gêsiyan” yê girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê”

Zaniyar Ezîzzade, kurê Silêman xelkê bajarê “Pîranşar”ê

Cewad Gulabî 35 salî, xelkê gundê “Melûne” yê girêdayî devera Biradûst ya ser bi bajarê “Urmiyê”

Salar Tenhayî, 32 salî û xelkê bajarê “Ciwanro”yê

Yûsif (Zaniyar) Mihemedî Esil, xelkê bajarê “Pîranşar”ê

Eyûb Emînî kurê “Mihemed” û xelkê gundê “Deşwan” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê

Emîr Tahirî 20 sal û xelkê gundê “Girgire” yê girêdayî bajarê “Çaldiran”ê

Metîn Bedixşanî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê “Pîranşar”ê

Tahir Edîbî, 21 sal û Ferhad Neqişî, 31 sal û xelkê gundê “Îsa Gulîk” yê girêdayî bajarê “Çaldiran”ê

Şakir Mîyawqî (Pûrxalid) xelkê gundê “Dizê” yê girêdayî devera “Mirgewer” ya ser bi bajarê “Urmiyê” li bajarê “Serdeşt”ê

Sala 1398`an a Rojî: 7 haletên canjidestdanê

Husên Şemiezade xelkê gundê “Kanî Işkevt” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê

Behmen (Yûsif) Cesûr Nelos 22 salî, kurê Baqî, xelkê gundî “Şînavê” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê

Sîrwan Peşeng, xelkê gundê “Mûsalan” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê

Ferhad Xusrewî û Azad Xusrewî 17 sal û xelkê gundê Nê yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê

Osman Fitûhî xelkê gundê “Tazeava” yê girêdayî bajarê “Seqiz”ê

Azad Umerî 22 sal û xelkê gundê “Rawiyan” yê girêdayî devera “Kotol”ê

Sala 1399`an a Rojî: 7 haletên canjidestdanê hebûne

Metîn Eslanî kurê Osman, Yawer Eslanî Kurê Luqman, Bîlen Ehmedî kurê Sadiq, Molayî Xudayîfer kurê Hatem û Firat Xudayî kurê Xorşîd xelkê gundê “Koran” yê girêdyî devera “Soma”yê ya girêdayî bajarê “Urmiyê”

Şehram Qadirî 25 sal û xelkê bajarê “Bokan”ê

Îbrahîm Pûrmihemed, kurê Riza û xelkê gundê “Qerecewan” yê girêdayî bajarê “Çaldiran” ê

Sala 1400`an a Rojî: 5 haletên canjidestdanê hebûne

Fehîm Mamedî Qizilkend 35 salî û xelkê gundê “Selmas”ê

Balûl Seydanîferd kurê Kerîm, Barzan Mehînî kurê Şewket û Esied Seydanîferd kurê Rehîm xelkê gundê “Bava” yê girêdayî devera “Mirgewer” a bajarê “Urmiyê”

Mihemed Sûrwirde xelkê gundê “Wride” yê girêdayî bajarê “Serdeşt”ê