
Ji Meha Rezbera sala derbasbûyî heta meha Rezbera Îsal, rêjeya enfilasiyon di parêzgeha Îlamê de gelek zêdetir ji nêvinciya parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûye.
Pêka amarên rejîma Îranê, enfilasiyon a dinavbera meha Rezbera sala derbasbûyî heta meha Rezbera Îsal di Parêzgeha Îlamê de %53.3 bûye di halekê de ku rêjeya nêvincî ya enfilasion di wan 12 mehan de li Îranê %45.4 bûye û parêzgeha Îlamê tevî bêpartirîn parêzgeh di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, zêdetirin rêjeya enfilasiyonê jî heye.
Nebûna çavedêrî li ser bazarê, nebûna bernameyên zanistî ên bi wec li pîşe û berhemanînê û neşiyana berpirsan li kontrolkirina nirxa hewcehiyan li bazarê, pîşe û kangehan û girîngitir ji hemûyan gendeliya berpirsên rejîmê û xerckirina dahata xelkê li derve bê ti qazanceke aborî bo xelkê, bûne sedem ku enfilasiyon di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de roj bi roj zêdetir bibe.
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Îlamê kêmtirîn bûdce hene û ji piraniya hewcehiyên jiyanê û herwisa ji xizmetkariyên bajarvaniyê, bûdceya hewce, sîstemên serast ên veguhastina avê, kar û pîşe û çavedêriya berpirsan li ser bazar û kontrola nirxên hewcehiyan bê par in.